『Paytextên Australya: Gerek di nav Australya de』のカバーアート

Paytextên Australya: Gerek di nav Australya de

Paytextên Australya: Gerek di nav Australya de

著者: SBS
無料で聴く

Dest bi rêwîtiyeke li paytextên Australya bike - xelkê, çand û deverên navdar ên heyşt paytextên Australya, ji bedewiya Bendera Sydney bigire heya xweşikbûna tropîkal a Darwinê. Çîrok, şêwazên jiyanê û ezmûnên ku her bajarekî bêhempa dikin kifş bikin.Copyright 2026, Special Broadcasting Services 社会科学
エピソード
  • Darwin: Deriyê cîhana tropîkal
    2026/06/24
    Darwin, paytexta Herêma Bakur, bajarekî tropîkal û pirçandî ye ku nêzîkî 150,000 kes lê dijîn. Bajar bi avhewaya xwe ya germ, bazarên li derve û şêwaza jiyana xwe ya rihet tê nasîn. Nêzîkbûna Darwin bi Asyayê re û mîrateya xwecî ya bihêz nasnameyeke taybetî dide wî bajêrî. Ew her wiha deriyek e ku ber bi dîmenên xwezayî yên navdar e wekî Parka Neteweyî ya Kakadu - Kakadu National Park. Li gorî Serjimêriya 2021an, li Herêma Bakur 8 kesên kurdîziman dijîn. Darwin cihê ku xweza, çand û jiyana rihet li hev dicivin.
    続きを読む 一部表示
    3 分
  • Canberra: Cihê ku çand û demokrasiyê hevdîtin e
    2026/06/17
    Canberra, paytexta Australya, bajarekî bi baldarî hatiye plankirin ku bi qadên vekirî, hêşinayî û avahîsaziya rêkûpêk tê nasîn. Di navenda bajêr de Parlamena Australya heye, ku sembola demokrasiya welêt e. Canberra her wiha malovaniya gelek saziyên neteweyî, mûze, galerî û zanîngehan dike û bi perwerdehiya xwe ya bilind navdar e. Bajar şêwazeke jiyanê ya bêdengtir û rêkûpêktir pêşkêş dike. Li gorî Serjimêriya 2021’an, li Herêma Paytexta Australya 51 kesên kurdîziman dijîn.
    続きを読む 一部表示
    2 分
  • Hobart: Navenda çand û xwezaya Tasmania ye
    2026/06/10
    Hobart, paytexta Tasmania ye, bajarakî bêdeng û bi xwezayê ve girêdayî ye ku li binê Çiyayê Wellingtonê cih digire. Ev bajar bi dîroka xwe ya kolonî û cihên dîrokî yên wek Salamanca Place tê nasîn, ku bi embarên kevirî yên salên 1830’an navdar e. Her çende ku Hobart ji bajarên mezin ên Australya piçûktir be jî, di salên dawî de wekî navendeke çandî û afirînerî pêş ketîye. Huner, xwarin û geştiyarî roleke girîng di pêşveçûna bajêr de dilîzin. Li gorî Serjimêriya 2021’an, li Tasmania 14 kesên kurdîziman dijîn. Hobart îro wekî bajarekî ku dîrok û xwezaya kovî di nav hev de digihîjin tê dîtin.
    続きを読む 一部表示
    2 分
adbl_web_anon_alc_button_suppression_t1
まだレビューはありません