エピソード

  • Bajarê Wanê yê geştiyar ji ber şerê li Îranê di krîza aboriyê de ye
    2026/04/09
    Di şerê îranê de, di roja 40î de agirbesteke du alî hate ragihandin. Ev şer bandora xwe li ser hemî cîhanê heye. Lê li Tirkiyê, bajarê Wanê di warê aboriyê de di bin zinayeneke giran da ye. Her sal bi sed hezaran Îranî jibo geştiyarê berê xwe didan Wanê, bi taybetî di dema Newrozê de. Par nêzikî 800 hezar geştîyar hatin, lê îsal rewş xerab e. Odeya Pişesazîya Wanê dide xuyakirin ger şer dewam bike, ziyana Wanê wê ji milyar dolarî zêdetir be.
    続きを読む 一部表示
    8 分
  • Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bilindbûna buhayê alîktrîkê nerazî ne
    2026/04/09
    Hejmareke mezin ji welatiyên Herêma Kurdistanê gilî û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna buhayê aliktrîkê nîşan didin û daxwaz dikin ku buhayê wê were kêmkirin. Li bajarê Duhokê xelk li ber rîveberiya aliktrîkê nerazîbûna xwe nîşan da. Ji aliyekî din ve, bendavên Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde û berfê tujî bûne, ev yek jî feydeyeke mezin digihîne welatiyêncotkar, geştiyar û karsazên Herêma Kurdistanê.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî xatirê xwe ji cîhanê xwest
    2026/04/02
    Di 10ê Adarê de helbestvanê navdar, Ehmed Huseynî jiyan ji dest da. Ehmed Huseynî ji ber nexweşîna penceşêrê li bajarê Stockholm li Swêdê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Cenazeyê wî birin Amedê û li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevrêyên Huseynî, nivîsîkar, helbestvan, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Peyamnêra SBS Kurdî Hatice Kamer ji me behsa merasîmê dike.
    続きを読む 一部表示
    7 分
  • Êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê berdewamin
    2026/04/02
    Îranê di nav aloziyên herêmî yên zêdebûyî de bi mûşek û balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dike, ku deverên li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kirine armanc. Êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziyê û bi taybetî jî li ser mala serokê Herêma Kurdistanê xistine, û bûne sedema qurbanî û zirarên li deverên sivîl. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin
    2026/03/26
    Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir
    2026/03/25
    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin
    2026/03/19
    Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Alozî û êriş pîrozbahiyên Newrozê li Herêma Kurdistanê bandor dike
    2026/03/18
    Ji ber alozî û êrîşên dawî, rêûresmên Newrozê li Herêma Kurdistanê hatine sînordarkirin. Tevî ku amadekariyên berfireh ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, bi taybetî li bajarê Akrê yê ku wek "Paytexta Newrozê" tê naskirin, îsal rûyê pîrozbahiyan hate guhertin.
    続きを読む 一部表示
    9 分